Çandiniya Hewlêrê: Îsal zêdetirî 29 hezar kamyon berhemên cotyaran hatine hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê Hêmin Seyid ragihand, îsal zêdetirî 29 hezar kamyon ji berhemên cotkaran bo bajarên derveyî Herêma Kurdistanê hatine hinardekirin.

Wezareta Çandinî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê anîna tomateyan ji derve qedexe kiribû, di vê derbarê de Hêmin Seyid got, sedema rawestandina anîna tomateyan ew e cotkarên Herêma Kurdistanê zirarê nekin.

Got jî: “Wezareta Çandiniyê ya Iraqê li ser daxwaza me, sînor girtin da ku berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê bigihêjin bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û ji bo bajarên din ên Iraqê bên şandin.”

Diyar kir jî, “Îsal zêdetirî 29 hezar kamyonên ku berhemên cotkaran hildigirin ji petate, sêv, hinar, hinguv ji bo bajarên derveyî Herêma Kurdistanê û ji bo gelek welatên din hatine hinardekirin.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Hewlêrê ragihand, îsal berhemanîna navxweyî zêde bûye û qebareya pêwîstiyan tijî kiriye, lewma pêwîstî bi hinardekirina derve hebû.

Da zanîn jî, di dema Kabîneya Nehem de çendîn kargeh hatin vekirin, ta ku berhemên cotkaran bikirin, di heman demê de bû sedema peydabûna derfetên kar.