Li Tebqayê otomobîleke HSDê teqiya.. Kuştî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Otomobîleke HSDê li bajarokê Tebqayê yê ser bi Reqayê ve teqiya û di encamê de 5 kes hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, otomobîleke HSDê ku mîn û bombe hilgirtibû li nêzî bendava Tebqayê teqiya û di encamê de 5 berpirs û endamên HSDê hatine kuştin.

Heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê HSDê ve derbarê teqînê de nehatiye belav kirin.

Tê nûkirin..