AK Partiyê namzedê xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê da naskirin

Diyarbekir (K24) – Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partî, ji bo danasîna namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bernameyeke danasînê li dar xist.

Ji bo bernameya danasînê Parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê û rêveberên baskên AK Partiyê yên herêmê beşdar bûn.

Îro (Duşem, 22.1.2024), bi tevlîbûna Parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê Galîp Ensarîogu, Sûna Kepoglu û serokên şaxên AK Partiyê yên berê yên Diyarbekirê, namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yê AK Partiyê Mehmet Halîs Bîlden hat naskirin.

Di bernameyê de siyasetmedarên AK Partiyê axaftinên xwe kirin û li ser hegera bi serketina namzedê xwe qala xebat û projeyên ku dê derbasî jiyanê bikin hat kirin.

AK Partiya ku, 17 jê bajarên mezin, li 48 bajaran namzedên xwe ragihandine, xebatên xwe yên danasîna namzedan berdewam dike.

Mehmet Halîs Bîlden, li sala 1968ê de li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê bûye û li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê, beşa Avahîsazî û Endezyariyê xwendiye.

Mehmet Halîs Bîlden ê ku di Wezareta Cotkarî û Karên Gundan de karmendî kiriye, di navbera salên 2001 û 2004an de Cîgiriya Şaredarê Şaredariya Seyhanê ya Adanayê jî kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevrikê sereke yê AK Partiyê Dem Partî jî her îro namzeda xwe ya Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ranegihand.