Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Tirkiyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî biryar e roja Çarşemê ligel şandeke payebilind ya siyasî û aborî ji bo serdaneke fermî were Enqera Paytexta Tirkiye.

Reîsî di serdana xwe ya Enqereyê de, dê bi Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan re bicive û heştemîn Civîna Civata Bilind a Hevkariya Îran û Tirkiyê bi serokatiya her du serokomaran dê bê lidarxistin.

Di serdana Reîsî de ku du caran hatibû paşxistin, dê di navbera Tirkiye û Îranê de civîneke bilind a hevkariyê bê lidarxistin. Xeze, îstiqrara herêmê û têkoşîna li dijî PKKê di rojevê de ye.

Her wiha di çarçoveya vê serdanê de, her du serok dê beşdarî civîneke hevpar a karsaz û çalakvanên aborî yên Îran û Tirkiyê bibin.

Tê çaverêkirin ku her du serokkomar piştî civînan, derkevin pêşberî kemereyan û daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.