Amerîka: Hemî cîhan dizane Îranê welatiyên sivîl ên Hewlêrê kirine armanc

Wezareta Derve ya Amerîkayê
Wezareta Derve ya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Pişka Rojhilata Navîn ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand, “Êrîşên vê dawiyê yên Îranê bo ser bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê tenê welatiyên sivîl kirine armanc, ji bo nixavtina reftarên xwe yên ku bûne sedema neseqamgiriya deverê, Rijêma Îranê xwe ji derewkirinê nade paş”.

Pişka Rojhilata Navîn ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand, “Êrîşên vê dawiyê yên Îranê bo ser bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê tenê welatiyên sivîl kirine armanc, Îran û Îraq û hemî welatên cîhanê jî wê rastiyê dizanin”.

Wezareta Derve ya Amerîkayê tometên Îranê ku qaşo mala Şehîd Pêşrew Dizeyî bingeheka Mossadê bûye bêbingeh diwesifîne û piştgiriya xwe ji bo Hikûmeta Îraqê tekez dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê her dîsa gotiye, “Îran û Îraq û hemî welatên cîhanê jî dizanin ku êrîşa Îranê bûye sedema kuştina çar welatiyên sivîl ku sorîlank jî di nav de hebûye, herwesa 17 kes jî birîndar bûne”.

Her dîsa behs kiriye, “Îranê ji bo piştgiriya gotinên xwe penaya xwe biriye ber guhertina wêneyan û belavkirina zanyarên nerast”.

Herwesa got, “Ji bo nixavtina reftarên xwe yên ku bûne sedema neseqamgiriya deverê, Rijêma Îranê xwe ji derewkirinê nade paş”.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.