Kelar.. Xwenîşandana li dijî êrîşa li ser Hewlêrê dest pê kir

Xwenîşandana Kelarê / Wêne: Herêm Caf - Kurdistan24
Xwenîşandana Kelarê / Wêne: Herêm Caf - Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwenîşandana Kelarê ya li dijî êrîşên moşekên Balistî yên Îranê bo ser Hewlêrê dest pê kir.

Îro (Çarşem, 24.1.2024) piştî nîvro, welatiyên bajarê Kelarê xwenîşandaneka berfireh ji bo şermezarkirina êrîşên moşekên Balistî yên Îranê li ser Hewlêrê dest pê kir.

Yek ji welatiyên ku tevlî wê xwenîşandanê bûye ji K24ê re got, “Merem ji vê kombûna medenî ya Germiyanê şermezarkirina êrîşên Îranê yên li ser Hewlêra xweşik û avedan e bi rengekê tund. Merema Îranê tenê têkdana seqamgiriya Herêma Kurdistanê ye. Îran dixwaze Herêma Kurdistanê jî wekî Sûriye û Yemen û Tûnis û Bexdayê bixe bin rikêfa xwe. Kurdistan dê mirinê hilbibijêre lê bi çi rengan naçe bin rikêfa Îranê”.

Di eynî demê de Endamê Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî ji K24ê re ragehand, “Me li Serokatiya Civata Nûnerên Îraqê beyannameyeka taybet li ser wê êrîşa li ser Hewlêrê hebû. Ev çend car e Îran serweriya Îraqê binpê dike”.

Wî perlemantarî got, “Em wekî xelkê Germiyanê li vê derê civiyane, em wê destdirêjiya Îranê şermezar dikin. Ew behaneyên Hewlêr pê hatiye armanc kirin hemî ji rastiyê dûr in, ji ber ku Linjneya Civata Nûnerên Îraqê û Lijneya Ewlehiyê ya Îraqê ew yek tekîd kiriye ku çi bingehên Îsraîlê li wî cihê hatiye moşekbarankirin nebûn”.

Her îro li danê sibehê xwenîşandaneka berfireh li qezaya Şêxanê jî hat kirin, ku welatî ji hemî tex û çînên Şêxanê û derdorên wê berhev bûn û êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir.