John Kerby: Me du avahî û bingeheke îstixbarata milîsan li Iraqê jinav birin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê derbarê êrîşên artêşa welatê wî li ser milîsan de ragihand, ev êrîş weke tolhildana zincîre êrîşên milîsan li ser hêzên Amerîka û Hevpeymaniyê li Sûriye û Iraqê ne.

Berdevkê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê John Kerby di kongirekî rojnamevanî de ragihand, di bersiveke rasterast li ser zincîre êrîşên li ser hêzên Amerîka û Hevpeymaniyê li Iraq û Sûriyeyê de, ji wan êrîşa dawiya heftiya borî ya li ser baregeha Eyn El-Esed de, artêşa Amerîkayê li Iraqê êrişî baregeh û binkeyên Ketîbeyên Hizbullah û komên din ên girêdayî Îranê kirin.

John Kerby got jî, li gorî agahiyên destpêkê, her sê armanc hatin xistin û 2 navendên milîsan û baregeheke îstixbaratê hatin jinavbirin.

Herwiha got jî: “Ez dixwazim tekez bikim ku ev êrîş ji bo parastina hêzên me û bersiva êrîşên li ser hêzên me yên li Iraqê hatine kirin.”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel jî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Amerîka sê baregehên milîsên li Iraqê kirine armanc.

Vedant Patel got ku armanckirina sê baregehên milîsên Îraqî, wek bersivekê bû li ser êrîşên li ser hêzên wan ên li Iraq û Sûriyeyê.

Ev yek di demekê de Pentagonê şeva 23ê Çileyê ragihand, li ser fermana rasterast a Serokê Amerîkaylê Joe Biden, wek tolhildana çend êrîşan li ser hêzên wan li Iraq û navçeyê, hêzên wan 3 baregehên Hizbullah li Iraqê bombebaran kirin.