Parêzgarê Dihokê kevirê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê danî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê kevirê bingehîn ê çend projeyên din ên xizmetguzariyê hat danîn. Parêzgarê Dihokê da zanîn, dê bi zêdetirî 50 milyar dînar stadyumeke werzîşê jî ava bikin.

Li komelgeha Tenahî ya Parêzgeha Dîhokê îro Kevirê bingehîn ê ji bo çêkirina çar riyên sereke bi zêdetirî 20 milyar dînar hate danîn.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, çêkirina wan rêyan dê rojhilat û rojavayê Duhokê bi hev ve girêbide.

Elî Teter da zanîn jî, li nahiya Sêmêlê çêkirina stadyuma werzîşê bi 50 milyar û 500 milyon dînar ketiye warê cibicîkirinê.

Li gorî parêzgarê Dihokê, di sala 2024an de dê çend projeyên din ên xizmetguzarî yên mezin li parêzgehê bên vekirin û kevirê bingehîn ji bo çend projeyên din jî bê danîn.

Amaje bi wê jî kir, ew ê îsal li parêzgeha Dihokê giringîyeke taybet bidin herdu sektorên geştyarî û çandinîyê.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama erkê xwe de bi 1 trilyon û 35 milyar dînar, 932 projeyên curbicur ên rê, elektrîk, av, çandinî, tenduristî û perwerdeyê de li parêzgeha Dihokê pêk anîne.

Her wiha moleta veberhênanê daye 65 projeyan ku bi buhayê 1.88 trîlyon dînar hatine cibicîkirin. Anku di Kabîneya Nehem 997 proje bi 2 trîlyon û 123 milyar dînar li parêzgeha Dihokê hatine cîbicîkirin.

Projeyên ku di heyama Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li parêzgeha Dihokê hatine cîbicîkirin, bi sedan derfetên kar ji ciwan û welatiyên parêzgehê re peyda kirine.