Wezareta Derve ya Îraqê ragehandinek li ser danûstandinên xwe û Amerîkayê belav kir

Avahiyê Wezareta Derve ya Îraqê / Wêne: Wezareta Derve ya Îraqê
Avahiyê Wezareta Derve ya Îraqê / Wêne: Wezareta Derve ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îraqê li ser danûstandinên navbera Hikûmeta Îraqê û Amerîkayê ragehandinek belav kir û amaje da, Hikûmeta Îraqê li ser parastina şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî pabend e.

Wezareta Derve ya Îraqê îro (Pêncşem, 25.1.2024) di ragehandinekê de amaje da, danûstandin li Tebaxa 2023ê hatine destpêkirin û amaje daye, danûstandinên li ser danana xişteyekî ji bo diyarkirina dema mana şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê û kêmkirina pilebendiya şêwirmendan û erkê serbazî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li ser axa Îraqê dê berdewam bin.

Li dû wê ragehandina Wezareta Derve ya Îraqê, ew her du welat dê dê lijneyeka bilind a ewlehiyê ji bo bidawîanîna erkê Hevpeymanan li Îraqê pêk bînin. Herwesa amaje da, danûstandinên Hikûmeta Îraqê û Amerîkayê ji bo pêkanîna lijneyeka bilind a ewlehiyê ji bo helsengandina metirsiya DAIŞê û diyarkirina xişteyekê demkî yê ron ji bo dema mana Hevpeymaniya Navdelwtî li Îraqê serkeftî bû.

Wezareta Derve ya Îraqê herwesa amaje da, kêmkirina hejmara şêwirmendên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dê bê destpêkirin û kar dê ji bo bidawîanîna erkên wan ên serbazî li Îraqê bê kirin.

Herwesa Wezareta Derve ya Îraqê eşkere jî kir, di dema şêwir û danûstandinan de, Hikûmeta Îraqê li ser parastina şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî û rêgirtina li belavbûn û mezinbûna aloziyekan pabend e.

Wezareta Derve ya Îraqê li roja 24ê Çileya 2024ê eşkere kir, Hikûmeta Amerîkayê nameyek arasteyî Hikûmeta Îraqê kiriye, bê ku naveroka wê nameya Amerîkayê eşkere bike û herwesa amaje da, Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir û di hevdîtinekê de nameyeka giring a Hikûmeta Amerîkayê ji bo Hikûmeta Îraq ji wê wergirt.