Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Şêx Ezîz wekî semboleka diyar a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û xêrxwaziyê navdar e

Logoya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî
Logoya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ronkirinek belav kiriye û amaje daye ku, Serokê Koçkirî yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Şêx Ezîz rolekê giring û bibandor di karên mirovî de li Herêma Kurdistanê hebû û endamê desteya damezrîner û serokê yekê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bû.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî doh (Pêncşem, 25.1.2024) di ragehandinekê de amaje da, “Di dema borî de helmeteka têkdanê di derheqa Herêma Kurdistanê û sextekirina wêne û nûçe û vîdyoyan de hatiye destpêkirin û navber navber bi vîdyoyên sextekirî yên torên civakî bizav ji bo têkdana raya giştî ya Kurdistanê tê kirin”.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ron jî kiriye, “Di bizava xwe ya dawiyê de jî, bikaranîna wêneyên Xudêjêrazî Serokê Koçkirî yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Şêx Ezîz Şêx Rezayî ye, ku bi rengekê zêde bêbingeh wekî kesekê biyanî û nûnerê Mossadê û Israîlê daye nasandin”.

Deqê ronkirina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî

Di dema borî de helmeteka têkdanê di derheqa Herêma Kurdistanê û sextekirina wêne û nûçe û vîdyoyan de hatiye destpêkirin û navber navber bi vîdyoyên sextekirî yên torên civakî bizav ji bo têkdana raya giştî ya Kurdistanê tê kirin.

Di bizava xwe ya dawiyê de jî, bikaranîna wêneyên Xudêjêrazî Serokê Koçkirî yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Şêx Ezîz Şêx Rezayî ye, ku bi rengekê zêde bêbingeh wekî kesekê biyanî û nûnerê Mossadê û Israîlê daye nasandin.

Zêdebarî xirşiya wê bizavê û redkirina wê ji aliyê cemawerê Kurdistanê ve, em pêdivî dibînin ku ronkirinekê ji bo raya giştî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê belav bikin ku, Şêx Ezîz têkoşerekê diyar ê bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd bû û li welatên Erebî û Ewropayî jî nûneratiya şoreşa mezin a Îlonê û Mela Mistefayê Barzanî kiriye.

Serokê Koçkirî yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Şêx Ezîz rolekê giring û bibandor di karên mirovî de li Herêma Kurdistanê hebû û endamê desteya damezrîner û serokê yekê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bû, di navbera salên 2005 û 2017 de. Zêdebarî wê yekê ku serokê dezgehê bû, herdem wekî karmendekê sade kar kiriye û tevlîbûna meydanî di karên xêrxwazî û mirovî de hebû.

Li dawiyê em careka dî tekezê dikin, Şêx Ezîz wekî semboleka diyar a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û xêrxwaziyê li Herêma Kurdistanê û Îraqê navdar e û çi bizavên neyar û nehezan wêneyê wî yê xweşik kirêt nakin û ji mezinahiya wî kesatiyê rêzdar kêm nakin, ew bizav jî wekî yên hercar dê bêencam bimînin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî

25.1.2024