Hitchen: Êrîşa Kormorê bizavek e ji bo têkdana derfeta pêşkeftinê li Herêma Kurdistanê û Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê şermezar kir û ragehand, “Ji verêja wê êrîşa nepejirandî, zarok û danemran ji ber nemana karebayê hest bi sermayê kiriye”.

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen di peyama xwe de got, “Derfeta pêşkeftinê û seqamgiriyê li ber destên Îraq û Herêma kurdistanê heye, êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê jî bizavek e ji bo têkdana wê seqamgirî û pêşkeftinê”.

Peyamnêrê K24ê doh (Pêncşem, 25.1.2024) ragehand, “Bi rêya moşekên Katyoşa êrîşî Zeviya Gazê ya Kormorê hat kirin û ew moşek li nêzî embara sotemeniyê keftine xwarê”.

Li dû wê vîdyoya ku ji bo K24ê hatiye şandin, şahid li nêzî wê zeviyê amajeyê didin hebûna agirekî li nêzî cihê embarên sotemeniyê û amajeyê didin ku agirekê biçûk berbûye cihê keftina wan Katyoşayan.

Zeviya Gazê ya Kormorê, ku li sala 2007ê hatiye damezrandin, dikeve nahyeya Qadirkeremê ku girêdayî qezaya Çemçemalê ye û kompaniyên Daxagaz û Hîlala Îmaratî weberhênanê lê dikin.