Rûxandina xanî bi ser derdê hejariyê de ket ser milê Emîn Yaprak

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Çîroka welatiyek Diyarbekirî rewşa debarê bo malbatên Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê dide ber çav ku li aliyekê karek mayînde yê wî nîne, dahata wî têra debara wî nake, xaniyê wî hatiye ruxandin, hevjîna wî nexweşe û nikare dermankirina hevjîna xwe bike û ji neçarî derbasî mala xezûrê xwe bûye.

Li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê ji ber bihabûnê êdî gelek malbat nikarin debara xwe bikin ku kesên barê malê li ser pişta wan e jî di bin vî barî de hewil didin jiyana xwe bidomînin. Emîn Yaprakê 42 salî jî xwediyê 3 zarokan e, karek wî yê rêkûpêk nîne û di karên rojane de dişixule ku bikaribe nanek bibe mala xwe. Emîn Yaprakê ku 19 sal in zewiciye êdî hatiye wê astê ku ji dêvla li kolanan bimîne derbasî mala xezurê xwe bûye.

Emîn Yaprak dibêje: “Ez mehane kêmzêde 14 hezar lîre distînim û lêçûna zarokan 30 hezar lîre ye, êdî em nikarin tiştekî bikirin, şekir buha buye, rûn buha bûye, wallahî ez fedî dikim bejim lê êdî em nikarin goşt bixwin. Em perîşan bûne.”

Hevjîna Emîn Yaprak, Nazan Yaprak jî di nava xîzaniyê de ber xwe dide û tevî nexweşiya xwe ya kezebê hewil dide van rojên dijwar derbas bike. Nazan Yaprak amaje dike ku ji bo wê gelek giran û dijwar e ku di şert û mercên wisa de bijî û êdî dixwaze ji zarokên xwe re jiyanek baştir ava bike.

Nazan Yaprak dibêje: “Ez bi 3 zarokên xwe li derve mame. Nexweşiyek min a kronîk heye, ez ji kezebê nexweş im. Derfeta me nîne ku ez xwe derman bikim. Ji xwe her meh em 1500 lîre didin kehrebeyê, 300 lîre didin avê. Em ji neçarî hatine mala bavê min.Di van mercan de mêrê min wê çawa pereye kirê bide, yê avê bide, yê kehrebê bide.”

Derdê debar û xîzaniyê li aliyekî, derdê rûxandina xanî jî ket ser derdê Emîn Yaprak de ku ji ber ku wê rê ji ser derbas bibe her çiqas dadgehê biryara sekinandina rûxandinê da be jî, xaniyê Emîn Yaprak hatiye rûxandin.