Berfê rêyên bi sedan gundên Qers, Şirnex û Colemêrgê girtine

Diyarbekir (K24) – Li Qers, Şirnex û Colemêrgê ji ber barîna berfê li gelek gudan rê hatine girtin û tîmên vekirina rê jî xebatên xwe didomînin. Li bilindahiyên van bajaran befir li hinek deveran heta 3 metreyan jî bilind buye.

Li Bakurê Kurdistanê şert û mercên dijwar ên zivistanê bandorê li jiyana rojane dikin û ji ber barîna berfê jî têkilî bi gelek gundan re qut bûye.

Li gorî agahiyên saziya keşûhewayê, li Qersê ji ber barîna berfê li 7 navçeyan rêya 120 gundan hatiye girtin, li Şirnexê rêya 10 gundan hatiye girtin, li Colemêrgê jî rêya 50 gundan hatiye girtin.

Tîmên vekirina rê jî bo ku hatço vegere rewşa asayî xebatên xwe didomînin û hewil didin rêyên hatin girtin dîsa vebikin.

Li gorî agahiyan, li hinek deverên ku befir bênavber bandora xwe didomîne befir heta 3 netreyan jî bilind bûye.