Ayetullah Aşitî: Tifaqa Kurdan wek nimêjê ferz e

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bi nêzîkbuna Hilbijartinên Şaredariyan di nav partî û rêxistinên Kurdan de xebat û lêgerînên tifaqeke berfireh a kurdan  zêde dibin. Siyasetmedarên partiyên Kurdistanî bang dikin ku şaredarî derfeta xwerêvebirinê dide kurdan û divê bo vê yekê lihevkirinek berfireh nav partiyên kurdan de çêbe.

Ber bi hilbijartinên şaredariyan ên 31ê adarê ve heta niha li Bakurê Kurdistanê tifaqek hatî ragihandin an jî tifaqên hatîn nukirin nînin. Di vê çarçoveyê de jî partî û rêxistinên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê di nava lêgerîna tifaqek a kurdistanî de ne. Siyasetmedarên kurd amaje dikin ku hilbijartinên şaredariyan xwedî giringiyek teybet in û divê partî rêxistinên kurdan li gorî vê giringiyê tevbigerin.

Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî ji K24ê re got: “Tifaqa Kurdan wek rojî û nimêjan ferz e ku kurd divê tifaqa xwe ya neteweyî pêk bînin. Bo hilbijartina şaredariyan jî divê kurd tifaqek ku hemu aliyên kurd tê de bin pêk bînin.”

Partî û rêxistinên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê balê dikêşin ku her çiqas heta niha nava partî û rêxistinên kurdan de tifaqek ku hemu alî tê de bin nehatibe avakirin jî ev yek pêkan e û divê partiyên bikaribin serkêşiyê bikin bo vê armancê tevbigerin.

Serokê Partiya Demokrata Kurd Reşît Akici dibêje: “Me hilbijartinên giştî de bi Hakpar û Hereketa Azadî re wek Partiya Demokrata Kurd tifaqek kiribû lê ev tifaq berdewam e yan ne hîn jî nediyar e û hevdîtinên me berdewam in, em dixwazin hemu partiyên kurdistanî yên wekhev difikirin hilbijartina şaredariyan de werin cem hev.”

Aliyên Kurdistanî balê dikêşin ku Hilbijartinên Şaredariyan ji ber ku derfeta xwerêvebirinê dide kurdan girîng in û rê li ber xwedîlêderketina nirxên neteweyî jî vedike ku ji ber vê yekê divê tifaqek hemû alî tê de were avakirin.