Dijeterora Kurdistanê: Êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê nehatiye kirin

Logoya Dijeterora Kurdistanê
Logoya Dijeterora Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê nûçeya hejmareka medya û kanalên girêdayî milîşyayan û hindek ji kanalên navxweyî red dike û radigehîne, “Îro çi êrîş nehatine ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê”.

Dijeterora Kurdistanê ragehandinek parve kiriye ku tê de hatiye, “Îro (Yekşem, 28.1.2024), di hejmareka medya û kanalên girêdayî milîşyayan de wesa hatiye belavkirin ku qaşo bi dronên bombekirî êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin. Herwesa di hejmareka kanalên navxweyî de jî, ku gelek dilxwazên lêdana Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ne, bê piştrastkirina wê nûçeyê û lidûçûna medyayî ew nûçe belav kiriye”.

Dijeterora Kurdistanê herwesa ragehandiye, “Ev nûçe bêbingeh û nerast e û îro çi êrîş nehatine ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê”.

Ev jî piştî wê yekê hat ku hindek medyayên Îraqî ji çavkaniyên komên çekdar ên neqanûnî veguhastiye û hindek ji kanalên medyayî yên Herêma Kurdistanê jî belav kiriye ku qaşo îro (Yekşem, 28.1.2024) êrîşeka dronî li ser Balafirxaneya Navddewletî ya Hewlêrê hatiye kirin.