Nûnerên Herêma Kurdistanê li Îtalya û Amerîkayê giringiya Konfiransa Nûnerîtiyan tekez dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya û Amerîkayê di derheqa Konfiransa Nûnerîtiyan de taybet ji K24ê re diyar kir ku, armanc ji vê konfiransê kirina danûstandinan, lihevguhertina zanyaran û baştirkirina hevahengiyan e di navbera hikûmet û tevaya nûneratiyan de.

Li destpêkê Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Waşintonê Tirîfe Ezîz ragehand, “Armanc ji Konfiransa Nûnerîtiyên Hikûmeta Herêma kurdistanê hebûna hizrê ye li ser guhertinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo ku hevahengiyeka baştir bi hev re hebe û em wan guhertinan pêş ve bibin”.

Tirîfe Ezîz herwesa amaje da, “Îro bi rêya du panelan amaje bi derfetên weberhênan, bazirganî û çandinê hat dan, li ser me jî pêdivî ye ku em armanc û erkên wan pirojeyan bi cih bînin û hevahengî û peywendiyên xwe baştir bikin”.

Herwesa got, “Peywendiya Kurd û Amerîkayiyan domdirêj e, nirx û berjewendiyên hevpar di navbera Hewlêr û Waşintonê de hebûne, hebûna Amerîka û konsulxaneyeka wê ya mezin li Hewlêrê peyamek e ji bo hebûna wê hevpariyê”.

Tekez jî kir, “Di binbirkirina terorê li deverê de derkeft ku berjewendiyên hevpar di navbera Hewlêr û Wanşintonê de hene”.

Tirîfe Ezîz taybet li ser helwesta Amerîkayê di derheqa êrîşên li ser Hewlêrê û Zeviya Gazê ya Kormorê de got, “Amerîkayê eşkere hemî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirine, taybet êrîşa 15ê vê mehê ya li ser Hewlêrê û herwesa êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê jî”.

Ji aliyekê dî ve Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Heme Salih ji K24ê re got, “Pêdivî ye em wekî nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li derve ji nêz ve haydarî rewşa Kurdistanê û herwesa guhertinên Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêngavên wê bin”.

Herwesa Rêzanê got, “Pêdivî ye em bi tevaya nûner û nûnerîtiyan re hevaheng û yekhelwest bin”.

Herwesa tekez jî kir, “Warên aborî û siyasî paralel in, eger me bi welatan re berjewendiyeka taybet nebe û wan jî bi me re nebe, ez bawer nakim ew welat bikarin arîkariya me bikin”.

Her dîsa behs kir, “Peyamên me ne tenê ji bo Îtalyayê ne, belkî ji bo Vatîkanê jî ne, lewma tê dîtin ku Qedaseta Papayê Vatîkanê herdem êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike, ji ber ku ew wê yekê dibînin ku li ser astê deverê tenê Herêma Kurdistanê tevaya olan vedigire, Vatîkan naxwaze ew herêm nemîne”.

Tekez jî kir, “Piştevaniyên Îtalyayê herdem berdewam in û serbazên wê li Herêma Kurdistanê ne û rahênanan bi Pêşmergeyan dikin, Vatîkan jî ji aliyê xwe ve berdewam piştevaniya Herêma Kurdistanê dike, lewma hebûna wan li Kurdistanê piştevanî ye”.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê di derheqa paşeroja peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û rewşa deverê û bandora Îtalyayê û welatên Eropayî de got, “Welatên Ewropayê yek sîstem û araste heye, hûn jî dizanin ku desttêwerdan ji aliyê derdoran ve li ser Herêma Kurdistanê heye, li dû ya pêdivî Îtalya û welatên din ên Ewropayê bizavê dikin rewşê aram bikin”.