Serokê Herêma Kurdistanê êrîşa li ser hêzên Amerîkayê li Urdinê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa “terrorist” ya li ser hêzên Amerîkayê li bakurê rojhilatê Urdinê, bi tundî şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Ez bi tundî êrişa terorîstî ya li ser hêzên Amerîkayê li bakurê rojhilatê Urdinê şermezar dikim. Her wiha sersaxiyê ji malbatên leşkerên kuştî re dixwazim. Di vê dema dijwar de em li aliyê gelê Amerîkayê ne û ji birîndaran re jî başbûna bilez dixwazin.”

Duhî 28ê Çileyê di êrîşeke bi dronan de li ser baregeheke Amerîkayê li Urdinê de, 3 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û 34 leşkerên din jî birîndar bûbû.

Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de li Kerta Xezzeyê de, hêz û baregehên Amerîkayê li Rojhilata Navîn rastî êrîşan tên û piştir hejmarek ji leşkeran birîndar bûbûn, lê ev cara yekem e ku leşkerên Amerîkî di êrîşekê de têne kuştin.

Serok Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniyekê de komên ku Îran piştgirîya wan dike, bi pêkanîna vê êrîşê tawanbar kir û soz bersivdayênê da.

Biden got: “Hîn em rastiyên vê êrîşê lêkolîn dikin, em dizanin ku ev êrîş ji aliyê komên çekdar ên tundrew ên ku Îran piştgiriya wan dike yên li Sûriye û Iraqê çalak in, hatiye kirin.”

Îranê jî îro duşemê pêwendiya xwe bi êrîşê re red kir û Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kananî ragihand, “Armanca ji van tohmetan, siyasî ye. Amerîka dixwaze rastiyên li herêmê biguhere.”