Li Diyarbekir û Mêrsînê li dijî YPSyê operasiyon hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Diyarbekirê, li ser operasiyonên ku bi hevkariya Fermandariya Leşkerên Diyarbekirê û MÎTê li nav 6 malên Diyarbekir û Mêrsînê hatin kirin, daxuyaniyek da.

Li gorî wê daxuyaniyê, ew operasiyon li dijî endamên YPSyê hatiye kirin û çend gumanbar hatine destesekirin.

Di daxuyaniya Parêzgariya Diyarbekirê de hat diyarkirin ku operasiyon ji aliyê Fermandariya Leşkeran û Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî MÎTê ve bi hevparî hatine kirin û li Diyarbekir û Mêrsînê, serdegirtinên 6 malan bi awayekî hemdem hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku di wan operasiyonan de 5 gumanbar, ku di nav wan de O.Ç.yê bi bernavkê “Demhat” ê berpirsê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) jî heye, hatin desteserkirin.

Hat diyarkirin ku gumanbarên ku tê îdiakirin ku amadekariya sabotaj û sûîqestê dikirin, bi xapandina ciwanan a di ser torên medyaya civakî de tên tawanbarkirin ku ji bo rêxistinê endaman peyda dikin.

Gumanbarên ku di derheqa wan de kirariyên fermî hatin bicihanîn, ji bo dadgehê hatin veguhestin.