Hizbullaha Îraqî êrîşên xwe yên li dijî hêzên Amerîkî radiwestîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ketayîbên Hizbullaha Iraqî êrişên xwe yên li dijî hêzên Amerîkî rawestandin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Iraqî Ebû Husên El-Hemîdawî îro 30.01.202an di daxuyaniyekê de got: “Ji ber şermezarnebûna hikûmeta Iraqê, Me êrîşên leşkerî li ser hêzên 'dagirker' li Iraqê rawestandin.”

El-Hemîdawî got jî: “Em ê bi awayekî din xizmên xwe yên li Xazzayê biparêzin.”

Herwiha wî bang li çekdarên Hizbullahê kir ku xwe li hember her kiryareke dijminatî ya Amerîkayê biparêzin.

Di dema borî de û piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne. Di bersivê de jî, Amerîka jî çend caran baregehên grûpên çekdaran li Iraqê kirine.

Li gorî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji 17ê Cotmeha 2023an ve, zêdetirî 160 êriş li dijî hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê hatine encamdan û di encamê de 3 leşker hatine kuştin û zêdetirî 120 leşker jî birîndar bûne.

Amerîka bi zelalî eşkere kir ku hemû êrîşên li ser hêzên wan li Rojhilata Navîn ji aliyê grûpên milîs ên bi piştevaniya Îranê ve tên kirin û Îran berpirs e. Lê ew dibêjin ku naxwazin şer li Rojhilata Navîn berfireh bibe, lê her dema êrîş li wan bê kirin, dê di dem û cîhê ku dixwazin bersiva her gefekê bidin.