Mesrûr Barzanî tacegulek li ser monomenta şehîdên 1ê Şibatê dana

Mesrûr Barzanî tacegulek li ser monomenta şehîdên 1ê Şibatê dana
Mesrûr Barzanî tacegulek li ser monomenta şehîdên 1ê Şibatê dana

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tacegulek li ser monomenta şehîdên 1ê Şibatê dana.

Sibeha îro (Pêncşem, 1ê Şibata 2024ê) bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîmên salvegera şehîdên 1ê Şibatê li parka Samî Ebdulrehamn li Hewlêrê hatin destpêkirin.

Di wan merasîman de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tacegulek li ser monomenta şehîdên 1ê Şibata sala 2004ê dana.

Îro bîst sal bi ser karesata 1ê Şibata 2004ê re derbaz dibin, ku li sibeha roja yekê ya cejna Qurbaniyan, du terorsitên xwekuj bi şûtikên bombekirî cuda û di eynî demê de çûn nav bingehên Liqa Duyê ya PDKyê û Melbenda Sêyê ya YNKyê li Hewlêrê û xwe peqandin, ku ji bo pîrozkirina cejnê merasîmên pêşwazîkirina welatiyan hatibûn rêkxistin.

Ji verêja wan peqînan, li her du bingehên Liqa Duyê ya PDKyê û Melbenda Sêyê ya YNKyê 103 welatî şehîd bûn û 246 welatiyên dî jî birîndar bûn.