Nêçîrvan Barzanî: Bila em bîranîna şehîdan bikin hêvênê yekrêzî û tevayî û hevpejirandinê

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera bîstê ya şehîdên 1ê Şibatê de peyamek li ser tora civakî ya Xê belav kiriye û tê de dibêje, “Bila em bîranîna şehîdan bikin hêvênê yekrêzî û tevayî û hevpejirandinê”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 1ê Şibata 2024ê) di salvegera bîstê ya şehîdên 1ê Şibata 2004ê de peyamek li ser tora civakî ya Xê belav kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê di pareka wê peyama xwe de nivîsiye, “Em îro bi serbilindî ve heval û hevkarên xwe, şehîdên 1ê Şibatê, li bîr tînin û em serê rêzê ji bo wan diçemînin”.

Her dîsa di pareka dî ya peyama wî de hatiye, “Bila em bîranîna şehîdan, ku hejmareka serkirde û kadirên diyar û bişiyan ên PDK û YNKyê û aliyên dî û xelkê Kurdistanê bûn û bûn armanca tawaneka reş a terorsitî, bikin hêvênê yekrêzî û tevayî û hevpejirandinê û karkirina bi hev re ji bo baştir xizmetkirina niha û paşeroja gel û welatê xwe”.