Li Bedlîsê qedexeya çalakiyan hat ragehandin

Bedlîs
Bedlîs

Diyarbekir (K24) – Ji aliyê Parêzgeriya Bedlîsê ve hat ragihandin ku ji bo dema çar rojan li tevahiya bajêr hemî çalakî hatine qedexekirin û qedexe heta 4ê Sibatê dê bidome.

Parêzgeriya Bedlîsê ragihand ku ji 1ê Sibatê seet 00.01ê heta 4ê sibatê seet 23.59ê li tevahiya bajêr lidarxistina hemî çalakiyan hatiye qedexekirin.

Di wê daxuyaniyê de bal tê kêşan ku rêxistinên neqanûnî çalakiyên wekî daxuyaniyên çapemeniyê, meşên xwenîşandanê, belavkirina belavokan ji xwe re bi kar tînin û ji bo ku pêşî li her aloziyekê were girtin biryara qedexekirina çalakiyan hatiye standin.

Herwesa roja derbasbuyî li Parêzgeriya Qersê jî ji bo navbera 31ê Rêbendanê û 4ê Sibatê qedexeya hemî çalakiyan hatibû ragihandin.