TMMOB: Divê em jî beşdarî pêvajoya muzexanekirinê Girtîgeha Diyarbekirê bibin

TMMOB
TMMOB

Diayrbekir (K24) – Yekîtiya Jûrên Endazyar û Avahîsazan a Tirkiyeyê li Diyarbekir bi civîneke çapemeniyê got ku ew dixwazin di pêvajoya muzexanekirina Girtigeha Diyarbekirê de cih bigirin û bibînin ku pêvajo çawa dimeşe.

Yekîtiya Jûrên Endazyar û Avahîsazan a Tirkiyeyê (TMMOB) bang dike ku gelo pêvajoya muzaxanekirina Girtigeha Diyarbekir di çi astê de ye. Gelo di pêvajoya muzaxanekirinê de tiştên ji civakê tên veşartin hene.

TMMOBê bi daxuyaniyeke çapemeniyê da zanîn, wan 2 caran serîlêdan kirine ku ew jî beşdarî pêvajoya muzexanekirinê bibin û bibînin pêvajoa çawa dimeşe lê bersiva wan nehatiye dayîn.

TMMOB di daxuyaniya ku ji aliyê Şerefxan Aydin ve hatîiye xwendin de, balê dikêşe ku Girtîgeha Diyarbekir ji bo kurdan xwedî ciheke girîng û dilsoj e ku divê saziyên sivîl ên bajêr jî di pêvajoyê de cih bigirin, gumana TMMOBê heye ku pêvajoya muzexanekirinê de nîşaneyên êşkenceyên giran werin veşartin û ji rewşa xwe ya resen were durxistin ku divê rewşa wê ya resen bo nifşên nu were nîşandan ku çi hovîtî hatiye kirin.