Li Şirnexê heta 13 rojan hemû cure çalakî hatin qedexekirin

Diyarbekir (K24) – Ji Parêzgeriya Şirnexê hat ragihandin, ji 2ê Sibatê ve hemû cure çalakî heta 13 rojan hatine qedexekirin.

Biryara qedexekirina çalakiyan bi daxuyaniyekê ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve hat ragihandin ku li gorî daxuyaniyê, ji 2ê Sibatê demjimêr 00.01ê heta 15ê Sibatê demjimêr 23.59ê hemû cure çalakî hatine qedexekirin.  

Di daxuyaniyê de tê gotin, tenê dê bo çalakiyên ji aliyê qeymeqamtiyan ve û ji aliyê parêzgeriyê ve destûra wan hatiye dayîn, dikarin werin lidarxistin.

Ev qedexe di demekê de ye, DEM Partiyê ragihandibû dê ji 1ê Sibatê pê ve li Bakurê Kurdistanê bo rêberê PKKê Abdullah Ocalan meşan lidar bixe û her wiha 15ê Sibatê jî salvegera anîn Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê ye.