Israîlê dîsa Dîmeşq moşekbaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dengê çend teqînên bihêz Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê hejand û sê kes di wê êrîşê de hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Înî, 2.2.2024) ragehand, serê sibeha îro balafirên şerî yên Israîlê bi rêya çend moşekan êrîşî cihekê Hizbulaha Libnanî li Dîmeşqê kir û sê kes di wê êrîşê de hatin kuştin.

Roja 29ê meha borî jî, balafireka şerî ya Israîlê bingeheka şêwirmendiyê ya artêşa Pasdarên Îranê li devera Seyid Zeynebê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê bombebaran kir, û di wê êrîşê de jî heft endamên artêşa Pasdaran hatin kuştin û hejmareka dî jî birîndar bû.

Herwesa roja 20ê meha borî jî, artêşa Israîlê civîneka serkirdeyên komên çekdar ên nêzî Îranê li nav avahiyekê taxa Mezeyê ya Dîmeşqê kir armanc. Di verêja wê êrîşê de jî, pênc kes hatin kuştin ku çar berpirsên bilind ên artêşa Pasdarên Îranê jî di nav wan de hebûn.