Dolar li hemberî lîreya Tirkiyeyê bilind bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî jidestberdana Hafîze Gaye Erkanê ji Serokatiya Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê, nirxê lîreya Tirkiyeyê li hember dolarî daket.

Hafîze Gaye Erkan a ku piştî hilbijartinên Parlemeterî yên Tirkiyeyê, di 18ê Hezîran sala 2023an de dest bi wezîfeyê kir û di warê aboriyê de biryarên girîng girtibû, îşeva borî 02.02.2024an ji dest karê xwe berda.

Di kêliya ku Hafîze Gaye Erkan destjivekişandina xwe ragihand, di nirxê dolar de tevgereke tund derket. Dolar ku 30.40 lîreya Tirkîye dihat firotin, ji sedî 0,42 zêde bû û derket 30,67 lîreyê.