Îrfan Soner: Divê serlêdana Başak Demîrtaş bi Selahadîn Demîrtaş ve neyê girêdan

Başak Demirtaş
Başak Demirtaş

Navenda Nûçeyan (K24) – Daxwaza namzediya hevjîna Hevserokê berê yê HDPê Selahadttîn Demîrtaş Başak Demîrtaş a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê; di nav siyaseta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bandorên xwe zêde dike. Li gorî pisporên siyasî, dibe ku namzediya Başak Demîrtaş; bazariya azadiya Selahattîn Demîrtaş be. Rêveberên Dem Partiyê jî daxwaza Başak Demîrtaş, wekî daxwaza siyaseteke takekesî dinirxînin.

Hevjîna Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş; di 22yê meha borî de di ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî re ragihandibû ku heger Dem Partî guncav bibîne, ew ji bo namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê amade ye. Akademîsyenên qada siyasî, armanca vê gava ji nişke ve wekî bazareke siyasî dinirxînin.

Akademîsyenê Beşa Zanistên Siyasî yê Zanîngeha Dîcleyê Vedat Koçal ji K24ê re got: “Dema em namzediya Birêz Başak Demîrtaş di çarçoveya daxwaza dewletê ya li ser tevgera siyasî ya Kurd de binirxînin, xuya ye Birêz Selahadîn Demîrtaş ji stratejiya xwe ya Tirkiyeyîbûnê bi paş ve gav dihavêje û di serî de Stenbol, dixwaze li bajarên mezin dengên ku dê ji CHPê re biçin, bikişîne aliyê Dem Partiyê da ku hegera serkeftina CHPê kêm bike. Ango li gorî min, ev banga bazariyekê ye ku siyaseta Kurd vegere qalibê xwe yê salên 90î û di nav sînorên xwe de siyasetê bike. Di berdêla vê hemleyê de jî Selahattîn Demîrtaş serbest were berdan.”

Serlêdana Selahattîn Demîrtaş a ji bo Hilbijartinên Serokomariyê yên 2023Ban, ji aliyê HDPê ve hatibû redkirin. Demîrtaş piştî vê helwestê, bi daxuyaniyekê rexne li feraseta HDPê kiribû û xwe ji siyasetê vekişandibû. Lê ji ber ku hevjîna wî di carekê de ji bo Hilbijartinên Şaredariyan ên 31ê Adara 2024an daxwaza xwe ya namzediyê ragihand, ev yek ji aliyê hin beşên civakê ve wekî daxwaza Selahattîn Demîrtaş hat nirxandin. Rêveberên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê Dem Partiyê yên Diyarbakirê jî nêrînên xwe bi vî awayî ragihandin:

Endamê Meclisa Dem Partiyê ya Diyarbekirê Îrfan Soner dibêje: “Her çiqas Selahattîn Demîrtaş piştî 14ê Gulanê daxuyaniya vekişîna ji siyasetê dabe jî her kesî dît ku ji siyasetê dûr nebûye û siyaset bi xwe ye. Hem di nav dilê gelê Kurd de hem jî di nav siyaseta Kurd de cihê wî her dem heye. Ji ber vê jî divê Birêz Başak Demîrtaş û Birêz Selahadîn Demîrtaş bi hev ve neyên girêdan. Lewra her kes li ser navê xwe di nav siyasetê de cih digire û bi vî awayî jî dimeşîne.”

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, di Hilbijartinên Serokomariyê yên 2018an de bûbû namzed û ji 4 milyonan zêdetir deng girtibûn. Daxwaza Başak Demîrtaş jî ji aliyê beşeke civakê ve bi kelecan hat pêşwazîkirin. Lê di vê mijarê de heta niha ji aliyê Dem Partiyê ve helwesteke zelal nehatiye nîşandan.