Amerîka û Brîtanya êrîşên hevpar li dijî Hûsiyên Yemenê pêk tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka û Brîtanyayê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin, wan li Yemenê 36 armancên Hûsiyan bombebaran kirine.

Li gorî daxuyaniyê, ev êrîş weke bersivekê li ser berdewamiya êrîşên Hûsiyan li ser keştiyên bazirganî yên di Deryaya Sor re derbas dibin e. Tekez kir jî, ev êrîş bi armanca kêmkirina rageşiyê û vegerandina aramiyê li Deryaya Sor e.

Diyar kir jî, gereke din a êrîşan jî bi piştgirîya Awustralya, Bahreyn, Kanada, Danîmark, Holanda û New Zelandê pêk hat û 13 cihên grûpa çekdar hatin armanckirin.

Daxuyaniyê hişyarî da serkirdeyên Hûsî ku Washington û London “dê dudilî nebin ji bo parastina ewlehiyê û derbasbûna azad a bazirganiyê li yek ji girîngtirîn rêyên avê li cîhanê.”

Daxuyaniya hevpar a Amerîka û Brîtanyayê diyar kir jî, êrîşan depoyên çekan, sîstemên mûşekan, sekoyên avêtina mûşekan û radarên hûsiyan kirin armanc.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin got, êrîşên wan peyamek ji Hûsiyan re bû ku eger êrîşên xwe li ser keştî û gemiyên navdewletî nerawestînin, dê rastî encamên zêdetir bên.

Hûsiyan piştî şerê li Xezzeyê ji 19ê Cotmeha 2023an  digotin, ew keştiyên girêdayî Israîlê yan diçin wir dikin armanc, lê piştî êrîşên Amerîka û Brîtanya yên di 12 û 22 Çileya borî de, êdî Hûsî bi piranî keştiyên girêdayî Amerîka û Brîtanyayê dikin armanc.

Ev êrîşên li Yemenê, hevdem e ligel êrîşên asmanî yên Amerîka li Iraq û Sûriyeyê ne ku tê de hêzên Îranî û komên ser bi Tehranê kiribûn armanc û dora 35 çekdaran hatibûn kuştin.