CENTCOM: Hejmarek mûşekên dijî keştiyan yên Hûsiyan hatin jinavbirin

Navenda Nûçeyan (K24) Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, hêzên wan 6 mûşekên Kiroz yên dijî Keştiyan yên Hûsiyan jinav birin.

CENTCOM di daxuyaniyekê de diyar kir, “Amerîkayê duhî danê sibê li Yemenê 2 mûşekên Kiroz a dijî keştiyan xistin, ku hatibûn amadekirin bi wê êrîş keştiyên li Deryaya Sor bên kirin.”

Da zanîn jî. “Piştî çend demjimêrên din jî, 4 mûşekên din ên Kiroz şikandin, ew jî bo êrîşkirina li keştiyên li Deryaya Sor hatibûn amadekirin.”

Fermandariya Navendî ya Amerîkî tekezî li ser pêwîstiya parastina rêyên avê ji bo tevgera keştiyên bazirganî kir û ragihand, êrîş ji bo nehîştina gefên li ser ewlekarî û azadîya tevegra keştiyan li Deryaya Sor hatine kirin.

Herwiha tekez kir ku ewê hemû gef û êrîşên Hûsiyan yên li ser keştî û gemiyên Amerîkî û yên bazirganiyê li herêmê bidawî bînin.

Ev êrîş piştî wê tê, Amerîka û Brîtanyayê duhî bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin, wan li Yemenê 36 armancên Hûsiyan bombebaran kirine.

Hûsiyan piştî şerê li Xezzeyê di Cotmeha 2023an de digotin, ew keştiyên girêdayî Israîlê yan diçin wir li Deryaya Sor dikin armanc, lê piştî êrîşên Amerîka û Brîtanya yên di 12 û 22 Çileya borî de, êdî Hûsî bi piranî keştiyên girêdayî Amerîka û Brîtanyayê dikin armanc.