Serra Bûcak: Ez ê xwedî li mîrata malbata xwe derbikevim

Serra Bûcak
Serra Bûcak

Diyarbekir (K24) – Namzeda Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya DEM Partiyê Serra Bûcak ku neviya Serokê Berê yê PDK-Turkiye Faîk Bûcak e, dibêje ewê xwedî li mîrata malbata xwe derbikeve û herwiha parastina mafên jinan jî bidomîne.

Serra Bûcak ji K24ê re wiha axivî: “Bêguman em xwedî li kevneşopî û pîvanên welatparêziya malbata xwe derdikevin. Dema em vê yekê dikin, em di heman demê em dibêjin em ji keda jinan tên, ji berxwedana jinan tên, xebatên min ên derbarê qada jinan de jî dê hebin. Ezê şopînerê malbata xwe, keda malbata xwe, bapîrê xwe Faîk Bûcak, bavê xwe Serhat Bûcak bim, ezê bibim berdewamiya her kurdekî ku ked dane tekoşîna vê rêyê.”

Serra Bucak neviya Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê Faîk Bûcak e. Serra Bucak di hilbijartineka navxwe ya DEM Partiyê de ji lîsta wê partiyê bûbû berbijara Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê.