Misir hêsankariyên dana vîzeyê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Misirê li Hewlêrê hejmareka hêsankariyan ji bo dana vîzeyê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê dike, herwesa wan kesan haydar dike yên ku bilez in û pêdivî ne, dikarin vîzeyê werbigirin.

Li dû ragehandina Konsulxaneya Giştî ya Misirê li Hewlêrê, ji niha û pê de vîzeya Misirî dê bi wan hemî kesan bê dan ên ku bilez in û xwediyên pasportên Îraqî ne, bi vî rengê li xwarê:

Yek: yên ku jiyên wan di bin 16 saliyê û herwesa di ser 60 saliyê de ne.

Du: pêdivî ye tevaya komên geştyarî ji aliyê desthilatdarên Misirê ve naskirî û diyarkirî bin.

Sê: Hemî ew kesên vîzeya welatên Amerîka, Kanada, welatên deverê, Brîtanya, Çapan, Awistiralya û Nûzîlandayê heye û xwediyên vîzeya Şingin dikarin li tevaya deriyên Misirê vîzeya Misirî werbigirin, bi şertekî ku dema vîzeyên wan bi ser ve neçûbe.

Çar: ew kes jî dikarin vîzeya Misirî werbigirin ên ku xwediyên îqameyên welatên Amerîka, Kanada, welatên Şingin, Brîtanya, Çapan, Awistiralya û Nûzîlandayê ne.

Pênc: ew kes jî yên ku xwediyên îqameyên akincîbûnê yên welatên kendavê Erebî ne, bi wî şertî ku dema wan ji şeş mehan kêmtir nebe.