Viyan Dexîl: Qerebûkirina xelkê Şingalê di karên pêşiyê yên Hikûmeta Îraqê de nîne

Viyan Dexîl
Viyan Dexîl

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Firaksiyona PDKyê li Perlemana Îraqê radigehîne, “12 hezar dozên qerebûkirina awareyên Êzidî hene, lê ji wê hejmarê tenê 20 malbat hatine qerebûkirin”.

Berdevka Firaksiyona PDKyê li Perlemana Îraqê Viyan Dexîl ji K24ê re ragehand, “Me bi merema qerebûkirina Êzidiyan gelek li ser doza Êzidiyan kar kiriye, lê ew lijneya ji bo qerebûkirina wan hatiye pêkanîn her carekê bi behaneyekê xwe ji qerebûkirina wan vedidize”.

Berdevka Firaksiyona PDKyê li Perlemana Îraqê got, “12 hezar dozên qerebûkirina awareyên Êzidî hene lê ji wê hejmarê tenê 20 malbat hatine qerebûkirin”.

Viyan Dexîl amaje da, “Qezaya Şingalê li sala 2015ê ji bin destê DAIŞê hatiye azadkirin, hindek cihên dî li sala 2017ê û paştir hatine azadkirin, lê Hikûmeta Îraqê dest bi qerebûkirina xelkê wan cihan kiriye û xelkê Şingalê jî piştguh xistiye”.

Tekez jî kir, “Qerebûkirina xelkê Şingalê di karên pêşiyê yên Hikûmeta Îraqê de nîne, pirsa Şingalê hatiye siyasîkirin. Hikûmeta Îraqê dixwaze rewşa xelkê Şingalê bi wî rengî bimîne û naxwaze wan qerebû bike, ji ber ku dixwaze pirsa Şingalê herdem wekî karteka givaştinê li dijî Herêma Kurdistanê û Êzidiyan bi kar bîne”.

Viyan dexîl her dîsa amaje da, “Hikûmeta Îraqê û xasma Wezareta Koç û Koçberan ji bo avedankirina Şingalê ku xelkê wê bikare vegere ser mal û halên xwe rijd nîne”.

Navbiriyê li dawiyê got, “Pêdivî bû Hikûmeta Îraqê lihevkirina Şingalê bi cih anîba, ji bo ku arêşeya pirsa ewlehiyê li wê qezayê hatiba çarekirin, lê heta niha hikûmetê xwe ji bicihanîna wê lihevkirinê vediziye”.