Nûnerê Fransayê li Civata Ewlehiyê: Em ji bo parastina seqamgiriya Herêma Kurdistanê pabend in

Nicolas de Riviera
Nicolas de Riviera

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Fransayê li Civata Ewlehiyê ya Navdewletî radigehîne, “Fransa ji êrîşên artêşa Pasdaran ên li ser Hewlêrê nîgeran e”. Herwesa dibêje, “Fransa ji bo parastina seqamgiriya Rojhilata Navîn pabend e”.

Nûnerê Fransayê li Civata Ewlehiyê ya Navdewletî Nicolas de Riviera di civîna Civata Ewlehiyê ya Navdewletî de ragehand, “Fransa bi temamî ji wê rewşa ku li Rojhilata Navîn heye nîgeran e, Fransa ji bo berhingarbûna êrîşên teroristî hevpar û piştevana Amerîkayê ye”.

Nicolas de riviera herwesa ragehand, “Fransa piştevaniya desthilatdarên Îraqê ji bo berhingarbûna terorê dike, herwesa em ji bo parastina aştî û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê pabend in”.

Navbirî di derheqa êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de got, “Em wan êrîşan şermezar dikin ên ku li ser hêza Pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê hatine kirin, herwesa Fransa ji êrîşên artêşa Pasdaran ên li ser Hewlêrê nîgeran e, ku binpêkirina serweriya axa Îraqê ye, em nîgeran in ku alozî zêdetir bûne û xelkê sivîl bûye qurbanî”.