Nûnerê Îraqê li Civata Ewlehiyê: Em rêyê nadin welatê me bikin pareka hevrikiyên navdewletî

Ebas Kazim
Ebas Kazim

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Îraqê li Civata Ewlehiyê ya girêdayî Neteweyên Yekgirtî êrîşên Amerîkayê şermezar dike, bê ku amajeyê bide êrîşên Îranê, û dibêje, “Em êrîşên li ser welatê xwe şermezar dikin”.

Nûnerê Îraqê li Civata Ewlehiyê Ebas Kazim ragehand, “Em destdirêjiyên li ser welatê xwe red dikin û em rêyê nadin welatê me bikeve nav hevrikiyên navdewletî”.

Nûnerê Îraqê li Civata Ewlehiyê herwesa got, “Di êrîşa Amerîkayê ya li ser Îraqê de, xelkê sivîl hatiye kuştin. Em wan destdirêjiyan şermezar dikin, ew binpêkirina serweriya welatê me ye”.

Ebas Kazim amaje da, “Îraq peywendiyên xwe bi welatan re hevseng dike û bizav kiriye ku bibe çavkaniyê seqamgiriya deverê”.

Navbirî her dîsa di wê civînê de got, “Em destdirêjiyên li ser deverên cuda cuda yên Îraqê red dikin û em êrîşên Amerîkayê şermezar dikin”.