Dayikeke Cindirêsî behsa çîroka windakirina keça xwedi erdhejê de dike

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Erdheja 6ê Sibata 2023an gelek bandor li malbatên qurbaniyan kiriye, bi taybetî li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku ziyana zêdetir ya erdhejê li wir bû. Dayikek ku di encama erdhejê de keça xwe 15 salî jidest daye, jiyana wê bi awayekî nerênî hatiye guhertin û bandoreke xirab li derûniya wê bûye.

Hesna Hecî ku keça xwe Fatime ya 15 salî di erdhejê de winda kiriye dibêje: “Min duhî keça xwe di xewnê de dît ku bê çakêt e. Ez rabûm min çû deyn kir û çaket kirî û ez ê bidin keçeke hejar. Xesûya min jî tê bîra min. Birayê min ku piştî 7 salan hevjîna wê ducanî bû, ew her du jî di erdhejê de mirin. Keça tiyê min jî ew malbata xwe jî mirin û tenê zarokek li pişt wan ma.”

Hesna ji 6 Sibatê ve, derbasî rewşeke derûnî ya zehmet bûye û bi awayekî rojane keça wê tê xewna wê. Ew dibêje, jiyana wê ji heyama salekê ve bûye bêwate.

Hesna Hecî dibêje: “Ez dikim xwe di cem gora keça xwe re, di kêlek keça xwe dirêj bikim. Mêrê min jî gelekî bîra malbata xwe dike. Ji malbata me 3 Fatime mirin, keça min, keça tiyê min û xesûya min. Jiyana me wêran bû. Mal tê pere tên, lê mirov natên, ewên çûne venagerin.”

Di encama erdheja li Cindirêsê rû daye de û li gorî amarên Odeya Operasyonan, zêdetir ji 1010 kesan canê xwe ji dest dane, 278 avahî bi temamî hilweşiyan, 1100 xanî ziyan dîtine û bi hezaran kes bê cih û war man.