Plasschaert: Divê Iraq maf û mûçeyên Herêma Kurdistanê bişîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê dibêje, êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê û kuştina sivîlan em şaş kirin. Her wiha got, pêwîst e Iraq maf û mûçeyên Herêma Kurdistanê bişîne.

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jeanine Plasschaert di gotarekê de li Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand, berdewamiya êrişên çekdaran li navçeyê, rastiyeke ne xweş dirust kiriye. Eger êrîş berdewam bin, hewldanên cidî yên Iraqê yên ji bo aştî û aramiyê yên berê, dê têk biçin.

Herwiha Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê ragihand, grûpên çekdar ên ku derveyî desthildariya dewletê ne, rewşa siyasî û aramî ya navçeyê têk dane.

Plasschaert ragihand jî, ew ji ber êrîşa mûşekî ya Îranê ya çend hefte berê li ser Hewlêrê, ku di encamê de gelek kes hatin kuştin, di nav wan de keçeke biçûk, şok bûne û Iraqê jî bi tundî ew êrîş şermezar kir.

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê tekez dike: “Iraq di rewşeke dijwar de ye û rûbirûyê gelek kêşeyan bûye. Divê hemû êrîş bên rawestandin.”

Tekezî li ser wê yekê kir jî, divê êrişên li Iraqê bên bidawîanîn, da ku welatî bikarin şiyanên xwe ji bo geşepêdana welat bikar bînin.

Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de got: “Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê çend caran hatine paşxistin. Em niha li benda diyarkirina rojeke din bo hilbijartinê ne. Paşxistina hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê û aramiya Iraqê ne baş e.”

Derbarê pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya federalî de jî got, divê pirsgirêka mûçeyan were çareserkirin û di zûtirîn dem de mûçe ji welatiyên Herêma Kurdistanê re werin şandin.

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jeanine Plasschaert diyar kir jî, erkê wê li Iraqê di dawiya meha Gulana bê de bidawî dibe û ev jî dawî rapora wê ya li ser Iraqê di Encûmena Asayişa Navdewletî de ye.