Wezîrê Berevaniyê û Serokerkanê Tirkiyeyê gihîştin Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê û Serokerkanê Tirkiyeyê bi serdanekê gihîştin Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 6ê Sibatê ragihand, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yeşar Guler û Serokerkanê Tirkiyeyê Matîn Gurak gihîştin Hewlêrê.

Wezîrê Berevaniyê û Serokerkanê Tirkiyeyê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî ve hatin pêşwazîkirin.

Wezîrê Berevaniyê û Serokerkanê Tirkiyeyê beriya ku serdana Hewlêrê bikin, serdana Bexdayê kiribûn û bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê re civiyabûn.

Ajansa fermî ya Tirkiyeyê îro ragihandibû, Wezîrê Berevaniyê Yeşar Guler; Serokerkan Matîn Gurak û şandeya pê re bi serdaneke fermî gihîştin Bexdayê.

Malpera fermî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê jî li ser tora civakî “X” ragihand, ev serdan bi mebesta hevdîtin û gotûbêjkirina pêwendiyên dualî û mijarên ku hevahengiya herdu aliyan li ser wan hene ye.