Sûdanî: Herêma Kurdistanê di danûstandinên guhertina erkê hevpeymaniyê li Iraqê de beşdar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê dibêje, armanca guhertina erkê hevpeymaniyê li Iraqê, nehîştina hinceta êrişan e. Got jî: “Em êrîşên her welatekî yên bi dron û mûşekan li ser xaka Iraqê red dikin.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji televîzyona “Alhadath” re got: “Piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser milîsên çekdar li Iraq û Sûriyeyê, ti pêwendiya me bi Amerîkiyan re nîne.”

Sûdanî tekez kir jî, Herêma Kurdistanê beşdarî danûstandinên guhertina erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê ye.

Serokwezîrê Iraqê diyar kir, hatina Hevpeymaniya Navdewletî li ser daxwaza Iraqê bû û li ser daxwaza Iraqê dê erkê wê bidawî bibe.

Sûdanî li ser kêşeyên di navbera Amerîka û çekdarên milîsên Îraqî yên hevalbendên Îranê de dibêje: “Em gihîştin hevkêşeyekê ku rawestandina êrîşên milîsan dê li hember rawestandina bersivên leşkerî yên Amerîkayê be.”

Li hember kuştina 3 leşkerên Amerîkî li baregeha T-22 li ser sînorê Urdinê, Amerîka roja 3ê Sibatê êrîş bir ser girûp û bingehên milîsên li Îraq û Sûriyeyê û li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), li Iraq û Sûriyeyê li 85 armancên Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve hatin wêrankirin.

Di vê derbarê de jî, Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl gotibû: “Êrîşên Amerîkayê yên li Qaimê û navçeyên sînorî yên Iraqê, binpêkirina serweriya Iraqê û têkbirina hewlên hikûmeta Iraqê ye.”