Îraq û Amerîka danûstandinan li ser sizadana 7 bankên Îraqî dikin

Fuad Hisên û Antony Blinken
Fuad Hisên û Antony Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê di peywendiyeka tilefona de danûstandinan li ser sizadana 7 bankên Îraqî dikin.

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên di peywendiyeka tilefona de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re danûstandin li ser sizadana 7 bankên Îraqî kirin, ku ji aliyê Gencîneya Amerîkayê ve hatine sizadan û rasterast peywendî bi qûtê welatiyên hejar ve heye.

Wezîrê Derve yê Îraqê di wê peywendiya tilefona de ragehandiye, Îraqê ew êrîş û destdirêjî red kirine yên ku li ser axa wê tên kirin, bi wê armancê ku Îraq ji meydana hevrikiyên navdewletî bê dûrxistin.

Herwesa li ser mijara vekêşana hêzên Hevepymaniya Navdewletî ji Îraqê, Wezîrê Derve yê Îraqê destpêkirina diyalogê û civînên lijneya serbazî ya bala ya hevpar a di navbera her du aliyan de li ser vekêşana hêzên Hevpeymanan pêdivî zanî.