Kemal Mihemed: Kabîneya Nehê piştevaniya pirojeya xaniyên pilastîkî kiriye

Kemal Mihemed
Kemal Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Pilanan li Dîwana Wezareta Çandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Wezareta Çandinê di Kabîneya Nehê de ji bo xaniyên pilastîkî piştevaniya cotyaran kiriye”.

Birêveberê Pilanan li Dîwana Wezareta Çandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed ji K24ê re ragehand, “Me li sala 2007ê dest bi pirojeya xaniyên piulastîkî kir, li beranberî welatên cîran em piçek gîro bûn”.

Kemal Mihemed herwesa got, “Wezareta Çandinê di Kabîneya Pêncê xaniyên pilastîkî li ser cotyaran belav kirin, bi piştevaniya 100% bê beranber, ji bo ku em berhemê keskatî li Herêma Kurdistanê zêde bikin, ji zeviyên vekirî bo zeviyên nixaftî, ji bo ku em bikarin di hemî werzan de berhemê keskatî berhem bînin û xasma di werzê zivistanê de”.

Navbirî amaje jî da, “Weberhêneran û rêkxistinên navdewletî arîkariya Wezareta Çandinê kiriye. Wezareta Çandinê di Kabîneya Nehê de gelek piştevaniya van xaniyên pilastîkî kiriye û niha jî dike, ji bo ku cotyar berhingarî hişkesaliyê bibin û di zivistanê de berhemekê baş berhem bînin”.

Birêveberê Pilanan her dîsa got, “Me wekî Wezareta Çandinê dest bi wê pirojeyê kir û me nêzî 1766 xaniyên pilastîkî li ser cotyarên hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê wekî yek belav kirin”.

Tekez jî kir, “Niha rêjeya wan xaniyên pilastîkî di navbera parêzgehan de piçek cudahî heye. Ew xanî zêdetir li parêzgeha Silêmaniyê hene, ew jî ji bo çend sedeman vedigere”.