Kabîneya Nehê bi gojimê 320 milyar dînaran piroje li Amêdiyê bi cih anîne

Qezaya Amêdiyê
Qezaya Amêdiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dema çar salên borî de, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi gojimê 320 milyar dînaran piroje li Amêdiyê bi cih anîne.

Tevî xirabiya rewşa aborî û neşandina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Îraq ve, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema çar salên borî de bi gojimê 320 milyar dînaran gelek pirojeyên cuda cuda li sinorê qezaya Amêdiyê bi cih anîne.

Di dema çar salên borî de, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî şeş milyar dînaran ji bo çêkirin û nûjenkirina dibistanên sinorê qezaya Amêdiyê mezaxtine.

Birêveberê Giştî yê Perwerdeya Qezaya Amêdiyê Wecîh Seîd ji K24ê re ragehand, “Li sinorê birêveberiya perwerdeyê me, Kabîneya Nehê gelek xizmeta kertê perwerdeyê kiriye û hejmareka pirojeyên cuda cuda bi cih anîne”.

Kabîneya Nehê di dema çar salên borî de herwesa pirojeyên cuda cuda di kertên dî yên wekî rê û rêbaran, karebayê, geştyariyê, tendirustiyê û avrêjan de jî li sinorê qezaya Amêdiyê bi cih anîne.

Qayimqamê Qezaya Amêdiyê Warşîn Selman got, “Ya ku pêdivî bû ji bo qezaya Amêdiyê û derdorên wê ji aliyê Kabîneya Nehê ve hatiye bicihanîn. Di ser hemî rêgiriyan û xirabiya rewşa aborî re, bicihanîna pirojeyan ji aliyê Kabîneya Nehê ve berdewam bû. Piraniya wan pirojeyan hatine temamkirin û hejmarek jî tê bicihanîn”.

Ev di demekê de ye ku berdewam ji aliyê çekdarên PKKyê ve rê li Kabîneya Nehê dihat girtin ku xizmetkariyan di kertên cuda cuda de bigehîne 201 gundên sinorê qezaya Amêdiyê.