Li Cindirêsê qurbaniyên erdhejê bi çalakiyekê hatin bibîranîn

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Di yekemîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê de, xelkê Cindirêsa Efrînê bi mûm û şaxên darên zeytûnan qurbaniyên erdhejê bibîr anîn.

Di yekemîn salvegera erdhejê de, xelkê bajarê Cindrêsê û rêxistinên civaka sivîl, çalakiyek birêve birin. Di destpêka çalakiyê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanê qurbaniyan hat rawestandin, piştre mûm hatin pêxistin.

Bi dehên xelkê ji tevaya bajar û navçeyên Efrînê, tevlî çalakiya Cindrêsê bûn. Ew dibêjin, êşa wan yek e û beşdariya wan peyama piştgiryê ye bo malbatên qurbaniyan.

Nahiya Cindirêsê, yek ji navçeyên ku ziyaneke mezin di erdheja 6ê Sibatê dît. Li gorî amarên êxistinên xwcehî zêdeyî hezar kesî di encama wê erdhejê de canê xwe jidest dan û 278 avahî wêran bûn û ziyan gihîşt bi sedan mal û xaniyên din.