Li Sûriye û Iraqê 168 êrîş li dijî hêzên Amerîkayê hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Pentagonê Pete Nguyen ragihand, ji 17’ê Cotmeha 2023’an û vir ve herî kêm 168 êrîş li dijî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê hatine kirin

Nguyen diyar kir, yek ji wan di dawiya meha Çile ya borî de jî êrîşek li Urdinê hatibû kirin û te de 3 leşkerên Amerîkî jî hatibûn kuştin.

Amaje bi wê jî kir, “Li Iraq, Sûriye û Urdinê ji 18ê Cotmehê borî heta niha 146 kes birînfar bûne, ji wan birînên 9 kesan giran in.”