Amerîka sê moşekên Hûsiyan pûç dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandeya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM pûçkirina sê moşekên Hûsiyên Yemenê radigehîne.

Fermandeya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM eşkere kir, doh (Çarşem, 07.02.2024) seet 09:00 ê şevê bi dema Senayê, di êrîşekê de du moşekên Kiroz ên dijekeştî yên Hûsiyan li ser axa Yemenê pûç kirine, ku ew moşek ji bo armanckirina keştiyan hatibûn berhevkirin.

Herwesa amaje da, her wê şevê seet 11:30, êrîşek kiriye ser moşekeka dî jî ya Kiroz, ku her bi wî rengî li ser axa Yemenê hatibû berhevkirin, ji bo ku arasteyî keştiyên bazirganî û keştiyên şerî yên Amerîkayê li Deryaya Sor hatiba kirin.

Ev di demekê de ye ku serê sibeha roja Yekşemê, 04.02.2024, Amerîka û Brîtanya di ragehandineka hevpar de ragehand, dest bi operasiyoneka berfireh ji bo ser cihên Hûsiyên Yemenê kiriye û bi balafirên şerî bi dehan cih kirine armanc.

Di wê ragehandinê de amaje hatibû dan ku, wan êrîşên asmanî li 13 cihên Yemenê 36 bingehên Hûsiyan kiribûn armanc, ew jî wekî bersivekê ji bo êrîşên berdewam ên Hûsiyan li dijî hatinûçûna keştiyên navdewletî û bazirganî û keştiyên deryayî ku di Deryaya Sor ra derbaz dibin.