Civata Nûnerên Îraqê di derheqa êrîşên li ser welatê xwe de dicive

Civata Nûnerên Îraqê
Civata Nûnerên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e Şemiya bê, 10.02.2024, Civata Nûnerên Îraqê taybet ji bo danûstandinên di derheqa êrîşên li ser welatê xwe de bicive.

Fermangeha Medyayê ya Civata Nûnerên Îraqê îro (Pêncşem, 08.02.2024) bernameya karî ya rûniştina hejmar 6 a werzê qanûndananê yê yekê yê sala sêyê ya Civata Nûnerên Îraqê belav kir.

Herwesa amaje da ku ew rûniştin dê taybet ji bo danûstandinên li ser wan destdirêjiyan be yên ku li ser serweriya Îraqê tên kirin.

Ev jî piştî wê yekê hat ku şeva 07.02.2024ê li Bexdayê erebeyek di êrîşeka dronî de li devera Meştelê ya Rojhilata Bexdayê hat armanckirin û di encamê de sê kes hatin kuştin, ku du serkirdeyên ketîbeyên Hizbulahê bi navên Ebu Baqir Saidî û Erkan Elyawî di nav wan kuştiyan de ne.

Paştir Hizbulaha Îraqî jî kuştina wan her du serkirdeyan tekez kir.

Li dû zanyarên K24ê, ew erebe ji aliyê droneka Amerîkayî ya MQ9 ve hatiye armanckirin, ku her ew cûnê dronan e yê li sala 2020ê ji bo kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis jî hatibû bikaranîn.

Herwesa artêşa Pasdarên Îranê jî belav kir, Saidî berpirsê sîstema çêkirina moşek û dronên Hizbulaha Îraqê bû.