Vladimir Putin: Rûsya û Ukrayna dê li hev bikin

Vladimir Putin
Vladimir Putin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê radigehîne, “Direng an zû, Rûsya û Ukrayna dê li hev bikin”. Tekez jî dike, “Em dixwazin ji bo bidawîanîna şerê Ukraynayê bigehin lihevkirinê”. Her dîsa dibêje, “Welatê Ukraynayê li ser daxwaza Stalînî hatiye çêkirin û li sala 1922ê nebû”.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di hevdîtineka rojnamevanî de li gel rojnamevanê Amerîkayî Tucker Carlson ragehand, “Piştî nemana Yekîtiya Soviyetê, Rûsyayê daxwaz kir bibe endama NATOyê lê daxwaza wê hat redkirin”. Herwesa got, “Tirsa wan ji hêz û meziniya Rûsyayê ye”.

Putin amaje da, “Welatê Ukraynayê li ser daxwaza Stalînî hatiye çêkirin û li sala 1922ê nebû”.

Putin di derheqa piştevaniyên serbazî û darayî yên Amerîkayê ji bo Ukraynayê de got, “Em di vî warî de bi dehan caran li gel Waşintonê axiftine, wan red kiriye ku arîkariyên xwe yên serbazî ji bo Kiyêvê rabiwestînin”.

Serokê Rûsyayê ron jî kir, “Berî em êrîşî Ukraynayê bikin, ez bi Biden re axivîm û min hingê ji wî re got ku eger piştevaniya serbazî ji bo Ukraynayê bike, dê şaşîtiyeka dîrokî ya mezin bike”.

Her dîsa navbirî got, “Piştî Amerîkayê, Almanya li rêza duyê piştevaniya darayî û serbazî ji bo Ukraynayê dike”.

24ê Şibata 2022ê, bi biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî Ukraynayê hat kirin û bi hezaran kes ji seerbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan jî ber bi welatên Ewropayê ve çûn û heta niha jî ew şer berdewam e.