Li Batmanê çalakî bi destûrê ve hatin girêdan

Wêne: Erşîf
Wêne: Erşîf

Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Batmanê bi daxuyaniyekê ragihand ku, li Batmanê ji 9ê Şibatê heta 16ê Şibatê hemî çalakî bi destûrdayîna Parêzgeriyê ve hatine girêdan.

Di deheqa çalakiyan de biryarek jî ji Parêzgeriya Batmanê hat. Parêzgeriya Batmanê ji malpera xwe ya fermî ragihand ku, çalakî bi destûrdayîna parêzgeriyê ve hatine girêdan û ev biryar 9ê Şibatê dikeve di warê bicihanînê de û heta 16ê Şibatê jî dê bidome.

Ji ber ku 15ê sibatê salvegera anîna Rêberê PKKyê Abdullah Oacaln bo Tirkiyeyê ye, her sal di vê dîrokê de bizava çalakiyan tê kirin û hêzên ewlekariyê jî bo çalakiyan rê nadin û parêzgerî jî bi biryarên wisa pêşiyê li çalakiyên bêdestur digirin.

Pêştir li Mêrdînê jî ji bo dema heft rojan û li Bedlîsê jî ji bo dema 5 rojan eynî biryarê hatiye dan û rê li ber kirina her çalakiyeka civaka medenî hatiye girtin.

Ev ragehandin piştî wê yekê hatin ku li çend deverên Bakurê Kurdistanê bang ji bo xwenîşandanekê ji bo daxwaziya azadkirina rêberê PKKyê Ebdila Ocelan hatiye kirin.

Her di eynî demê de aliyên siyasî xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan berhev dikin, ku biryar e li 31ê Adara bê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên kirin.