Mihemed Xemîs: Armanca me bicihanîna çend pirojeyan e li Herêma Kurdistanê

Mihemed Xemîs
Mihemed Xemîs

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsekê Dezgeha Xêrxwazî ya Şêx Zaîd amajeyê dide, “Armanca me ew e ku em çend pirojeyên xizmetkarî li Herêma Kurdistanê bi cih bînin”.

Mihemed Xemîs ku Berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Şêx Zaîd e îro (Înî, 09.02.2024) di daxuyaniyeka rojnamevanî de ragehand, bi biryara berpirsên Îmaratê hatine Herêma Kurdistanê ji bo ku arîkariyên mirovî pêşkêşî awareyên kempên Herêma Kurdistanê bikin.

Mihemed Xemîs herwesa amaje da, “Îmaratê pêdivî zanî ku arîkariyên zivistanê bigehîne awareyan”. Her dîsa got, “Me pilan heye arîkariyan li çend deverên Herêma Kurdistanê belav bikin”.

Wî berpirsî herwesa behsa wê yekê jî kir ku armanca wan ew e çend pirojeyên xizmetkarî li Herêma Kurdistanê bi cih bînin”.

Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îsmaîl Ebdulezîz îro (Înî, 09.02.2024) bi rêya K24ê spasiya hikûmet û welatê Îmaratê kir û ragehand, “Îmarat berdewam arîkariya Herêma Kurdistanê û xasma aware û penaberan dike”.

Îsmaîl Ebdulezîz amaje da, “Îmarat her sal bi dehan milyon dolaran wekî arîkarî pêşkêşî awareyan û xelkê xwecih ê Herêma Kurdistanê dike”.

Navbirî her dîsa behs kir, “Şandeka bilind a Îmaratê ji aliyê dezgeha Şêx Zaîd ve serdana Hewlêrê kiriye û niyet e serdana kempa Hesen Şamî ya awareyan bike”.

Ron jî kir, “Ew şand dê arîkariyan li ser kempa Hesen Şamî û kempên dî belav bike û biryar e çend pirojeyan jî vebike, herwesa çend bîran jî dê li Hewlêrê lê bide û çend pirojeyên saxlemiyê jî dê pêşkêş bike”.