Li Tirkiyeyê careke din bihayê mazotê zêde dibe

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê careke din bihayê mazotê zêde dibe û 2 lîre tên ser her lîtreyeke mazotê

Herî dawî 29ê Çileya 2024an û pê ve li her lîtreyeke mazotê lîreyek û 38 qurişan hatibû zêdekirin.

Piştî ku bac hatin zêdekirin nirxê lîreyê tirkî dîsa kêm bû û li bazarên cîhanê petrol biha bû, li Tirkiyeyê jî bihayê sotemeniyê rojane zêdetir dibe.

Li gorî agahîyan, ji 12ê Sibata 2024an û pê ve li her lîtreyeke mazotê 2 lîrê zêde dibe û digihêje nêzîkî 45 lîreyan.

Ev cara yekem e ku bihayê lîtreya mazotê dê derkeve ser 44 lîreyî. Dê li Diyarbekirê jî bihayê lîtreya mazotê bibe 45 lîre.