Çavdêr: Eger heye DEM Partî û AK Partî li Stenbolê bazarek kiribin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Piştî ku DEM Partiyê berbijêrên xwe yên Stenbolê eşkere kirin du nêrîn Li siyaseta Tirkiyeyê zêde bûye. Hin alî di wê baweriyê de ne ku di navbera DEM Partiyê û AK-Partiyê de li ser pirsa qeyyûman bazariyeke nehênî heye û her du partî rêkeftine ku piştî hilbijartinan qeyyûm bi ser şaredariyên DEM Partiyê de neyê danîn. Lê li gor hin aliyan jî bazariya CHPyê û DEM Partiyê dawî nehatine û ne dûr e DEM Partî berbijêrên xwe yên Stenbolê vekişîne.

Piştî gotûbêj û gengeşeyên dûr û dirêj Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelen (DEM Partî) berbijêrên xwe yên şaredariya Stenbolê eşkere kirin lê gengeşeya vê carê li ser gelo destnîşankirina berbijêran di berjewendiya kê de ye?

Lewra Peyvdara DEM Partiyê Ayşegûl Doganê dema ku navên berbijêrên xwe ragihandin, diyar kir ku ew ne xêr ne jî dijayetî bo hîç aliyekî nakin.

Lê li gor hin şîrovekarên siyasî DEM Partiyê bi destnîşankirina berbijêrên xwe xêr bo AK-Partiyê kiriye û eger heye DEM Partî û AK-Partî li ser pirsa qeyyûman rêkeftineke nehênî kiribin.

Şîrovekarê Siyasî Azad Sagniç ji K24ê re got: “Meral Daniş Beştaş qasî Başak Demîrtaş berebijêrek bihêz nebe jî, dîsa navek diyar e û dikare gelek deng bistîne. Ev jî dikare CHPê tengav bike. Li gor min dibe ku DEM Partî û AK-Partî li ser pirsa qeyyûman bazarî kiribin daku piştî hilbijartinê qeyyûm bi ser şaredariyên DEM Partiyê neyê danîn. Lewma DEM Partiyê li Stenbolê berbijêrek bihêz destnîşan kir.”

Lê li gor hin aliyên din jî bazarî di nava AK-Partiyê û DEM Partiyê nîne, bazariya rasteqîn di navbera CHPê û DEM Partiyê de ye ku hê dawî nebûye. Di encama vê bazariyê de jî dûr niye DEM Partî li Stenbolê berbijêrên xwe vekişîne.

Rojnameger û şîrovekar Nevzat Çîçek dibêje: “Heke sibe DEM Partî biryara vekişandina berbijêrên xwe yên Stenbolê bide ev e bo min dê ne birayeka sûprayz be. Ji ber ku DEM Partiyê berbijêrên xwe yên Enqereyê û Îzmîrê hê eşkere nekirine û di navbera wê û CHPyê de li ser van her du bajaran û bajaroken Stenbolê yên wekî Sancaktepe, Adalar û Esenyurtê bazarî berdewam in.”

20ê Sibatê dawî roj e ku partiyên siyasî berbijêrên xwe radestê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê bikin û heta wê rojê rê ji her eger û pêşhata siyasî re vekiriye.